Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani di salvegera 38an a Enfalê de ragihand ku divê hikûmeta Îraqê berpirsyariya xwe ya exlaqî û destûrî bi cih bîne.
Mesrûr Barzani tekez kir ku divê bi şêweyekî hêja qerebûya malbat û xizmên wan şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê were kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke peyama xwe de bi pêwîst dizane ku ev jenosîd û komkujiyên li dijî Kurdistanê hatine kirin, her tim di bîra gelê Kurd de bimînin.
Mesrûr Barzanî diyar dike ku divê nifşên paşerojê jî zanibin ku destkeftên niha bi hêsanî bi dest neketine û tı kesî xêr bi wan nekiriye.
Serokwezir Mesrğr Barzani destnîşan dike ku ev destkeft berhema têkoşîn û xwîna hezaran şehîdên serbilind ên Kurdistanê ne.
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wisa ye:
“Operasyonên bi nav û deng ên Enfalê, wekî yek ji hovtirîn operasyonên paqijiya nijadî û jenosîdê bûn ku di pêşerojê de ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatin encamdan. Ev tawan bû sedema bêserûşûnkirin û şehîdkirina hezaran xelkê bêsûc ê Kurdistanê û xapûrkirina hezaran gund û dêhatên Kurdistanê.
