Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Dêrezorê li bajar û bajarokên kantonê bi 421 hezar dolarên Amerîkî gelek projeyên sererastkirin û firehkirina kanalîzasyonan da destpêkirin.
Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser li bajarê Siwerê ji bo temîrkirina kanalîzasyonê dest bi 2 projeyan hatiye kirin.
Projeya yekem li taxên bajêr e û 580 metreyan dirêj e û projeya duyem jî li kolana sereke ya bajêr e ku 450 metreyan dirêj e.
Li bajarê Kîsratê yê û li gundê Hemar El Elî (Kolana Peymangehê) projeyeke kanalîzasyonê dê dest pê bike, proje 580 metreyan dirêj e.
