Hewlêr (Rûdaw) - Koma Eshabul Kehfê ya ku girêdayî "Berxwedana Îslamî ya Îraqê ye” di 16 rojan de berpirsyariya 10 êrişên ku ji sedî 60ê wan Herêma Kurdistanê kiribûn armanc li xwe girt.
Ev kom berî nêzîkî şeş salan hatiye avakirin û nêzîkî yek ji hêzên Şîe yên Îraqê ye ku ew jî nêzîkî Îranê ye.
Berê sibehê 15ê Adara 2026an, koma Eshabul Kehfê berpirsyariya êrişa dawî ya bi dronê girt ser xwe ku li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatibû kirin.
Vê komê li gel komeke din a bi navê "Ewliyaûdem" berpirsyariya piraniya wan êrişan girtiye ser xwe ku ji 28ê Adarê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Di 16 rojên borî yên şerê Îranê yê li gel Îsraîl û Amerîkayê de 316 êriş bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê û li ser bingeha daxuyaniyên koma Eshabul Kehfê, komê di wê maweyê de berpirsyariya 6 êrişan girtiye ser xwe ku bi dronan li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Rêxistin kengî hat damezirandin?
Navê vê komê ji çîroka "Yarên Şikeftê" (Eshabê Kehf) a di Qurana Pîroz de hatiye girtin.
Kom sala 2020an li Bexdayê hat damezirandin. Damezirandina wê piştî kuştina Alîkarê Serokê Desteya Heşda Şebiyê Ebû Mehdî Muhendîs û Fermandarê Supaya Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî bû.
