Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarana Îranê ragihand ki welatiyekî li parêzgeha Losristanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi çeka asayî mûşekeke krûz xistiye.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a li parêzgeha Loristanê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Hat ragihandin ku welatiyekî ji navçeya Papiyê ya bajarê Xuremawayê ya parêzgeha Loristanê bi çekeke asayî mûşekeke krûz xistiye xwarê.
Li gorî daxuyaniya Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Loristanê, ev bûyer roja şemiyê çêbûye.
Mûşek ji cureya "AGM-158"ê bûye ku bi navê "JASSM"ê tê naskirin.
Ev mûşek yek ji mûşekên krûz ên herî bipêşketî ye û bi taybetmendiya xwe ya "xweveşartina ji radaran" tê naskirin.
