Dêrsim (Rûdaw) - Di doza xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê de ku 6 sal in winda ye û ti kes nizane çi bi serê wê hatiye, bipêşketineke girîng rû da.
Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê li 7 bajaran 13 kes wekî gumanbar hatin desteserkirin.
Piştî 6 salan vê pêşhateya girîng hêviya malbata Dokuyê jî geş kir.
Malbata Dokuyê ji destpêka windabûna wê ve heta îro dibêje Gulistan hatiye kuştin.
Ew bawer nakin ku keça wan bi xwe winda bûye û tekez dikin ku ew hatiye windakirin.
Zeînal Abarakov û kurê waliyê berê hatin desteserkirin
Di lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê de bi operasyoneke hevdem li 7 bajaran 13 kes hatin desteserkirin.
Di nav kesên desteserkirî de hevalê Gulistanê Zeînal Abarakov, kurê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel ê bi navê Mustafa Turkay Sonel û polîsên malnişîn jî hene.
Ev her 13 gumanbar ji bo lêpirsînê ji bo Dêrsimê hatin şandin.
Piştî windabûna Gulistan Dokuyê, Zeînal Abarakov hatibû desteserkirin lê paşê bi şertê kontrola dadî hatibû berdan.
Vê bipêşketina nû piştî 6 salan hêviya malbata Dokuyê ya ji bo edaletê careke din mezin kir.
Daxuyaniya Wezîrê Dadê
Piştî desteserkirinan Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:
"Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê de, ji hêla Serdozgeriya me ya Komarê ya Dêrsimê ve gaveke girîng hat avêtin.
Di encama xebatên piralî de biryarên desteserkirinê hatin pêkanîn.
Ev lêpirsîna ku di wijdana gel de şopeke kûr hiştiye, bi her awayî ji nû ve tê nirxandin.
Bêyî ku ti guman û îdia bên piştguhkirin û encam biçe kîjan derê bila biçe, bi biryardarî tê lêkolînkirin."
