Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî divê hikûmeta Bexdayê tezmînatê bide malbatên şehîdên Helebceyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Adarê bi boneya 38emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku divê hikûmeta federal berpirsyariyên xwe yên yasayî û destûrî bi cih bîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xwest ku malbatên qurbaniyan ji aliyê Bexdayê ve werin qerebûkirin.
"Destkeftî berhema xwîna şehîdan in"
Meserû Barzanî her wiha wî bang kir ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê yên ku berhema xwîna şehîdan in werin parastin.
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:
"Di salvegera 38emîn a kîmyabaran û komkujiya bajarê Helebceyê de, em bi rêz û rûmet şehîdên bêguneh ên vê karesata mezin bi bîr tînin ku li dijî xelkê Kurdistanê hatibû kirin û armanca wê qirkirin û komkujiya gelê Kurdistanê bû.
