Hewlêr (Rûdaw) - Li Koyeya Başûrê Kurdistanê careke din bi dronan êrişî kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.
Çavkaniyeke agahdar da zanîn ku êriş demjimêr saet 13:15an pêk hatiye û ti xisarên canî çênebûne.
Dronê li navçeya Koyeyê kampên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK) kirin hedef.
Çavkaniyeke agahdar ê ji Kampa Emîriyeyê ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK) ji Rûdawê re ragihand ku êriş bi dronekê hatiye kirin.
