Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Rêkxerê Niştecîhan ê Îraqê Xûlam Mihemed Îshaqzayî rewşa herêmê gotûbêj kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Rêkxerê Niştecîhan ê Îraqê Xûlam Mihemed Îshaqzayî û şanda pê re qebûl kirin.
Di civînê de rewşa siyasî û ewlehiya Îraqê û xebatên Neteweyên Yekbûyî hatin nirxandin.
"Divê piştgiriya civaka navneteweyî bidome"
Nêçîrvan Barzanî ji ber rola Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê spasiya wan kir.
Wî tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştgirî û alîkariyên civaka navneteweyî yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir da ku aramî pêk were û pirsgirêk werin çareserkirin.
