Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rêzan a Amedê otomobîlek ji rê derket û wergeriya, di vê qezayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 06 DBB 279 a ku navê ajokarê wê hîn diyar nebûye li Kolana Merwanî ji rê derket û bi şarampolê de qulibî.
Li ser xeberdayînê tîmên tenduristiya bilez û polîsan xwe gihand cihê qezayê.
