Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji wan 3 Pêşmergeyên ku di êrişa dronî ya roja sêşemê ya li ser kampa Sûrdaşê de birîndar bûbû, êvara heman rojê ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket.
Kesên nêzîkî wê dibêjin ku wê ji ber ku li çend nexweşxaneyên Silêmaniyê nehatiye qebûlkirin canê xwe ji dest daye.
Lê belê birêvebirê tenduristiyê yê Silêmaniyê dibêje, "Wan birîndar nebirine ti nexweşxaneyeke girêdayî Wezareta Tenduristiyê."
Şehîdketina Xezal Mewlan
Xezal Mewlan Çeperabad, pêşmergeyeke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê bû.
Ew di bombebaraneke li parêzgeha Silêmaniyê de ku partiya wê dibêje "ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye kirin", li gel 2 hevalên xwe birîndar bû.
Piştî ku Xezal û hevalên wê gihîştin nexweşxaneyan, Xezal piştî çend demjimêran ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket.
Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:
"Heval Xezal Mewlan Çeperabad, Pêşmergeya Komeleyê, canê xwe ji dest da. Heval Xezal a ku ji ber êrişa dronî ya Komara Îslamî birîndar bûbû, piştî ku gihîşt nexweşxaneyê, ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket û tevlî karwana şehîdên Komele û Kurdistanê bû."
"Çend nexweşxaneyan ew qebûl nekir"
Berpirsê Pêwendiyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yê Hewlêrê Emced Husên Penahî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got,”Piştî ku Xezal dibin Silêmaniyê, ewil dibin Nexweşxaneya Şoreş (nexweşxaneyeke taybet a Pêşmergeyan e û girêdayî Wezareta Parastinê ye.
Li wir tedaviya ewil jê re tê kirin, lê ji ber ku cihê razandinê tune bû, dibêjin bibin nexweşxaneyeke din.
Emced Penahî di berdewamiyê jî de got, "Helwesta Nexweşxaneya Şoreş ne siyasî bû, berê gelek birîndarên me tedawî kirine lê cihê wan sînordar bû û nekarîn qebûl bikin."
Penahî çîrokê wiha didomîne, "Pişt re Xezala birîndar birin Nexweşxaneya Asyayê (nexweşxaneyeke taybet e) lê wan qebûl nekir.
Paşê birin Nexweşxaneya Bexşînê (ew jî ya taybet e), wan jî amadehiya tedawiyê nîşan neda û piştî zêdetirî 20 xulekan, ji me re gotin bibin Nexweşxaneya Farûqê."
