Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku 3 hezar û 689 jenerator ji kar hatine derxistin.
Li gorî Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê vê yekê bandoreke erênî li kalîteya hewayê kiriye.
Desteyê her wiha da zanîn ku rêjeya qadên kesk ji sedî 15an derketiye ji sedî 20î.
Di daxuyaniya îro ya Desteya Jîngehê de hat ragihandin ku di çarçoveya “Projeya Rûnakiyê” de ji nîvî zêdetirê nêzîkî 7 hezar jeneratorên li herêmê ji kar hatine derxistin.
Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi derxistina jeneratoran a ji kar re, rojane di rêjeya gaza karbonê ya ku belavî atmosferê dibe de kêmbûn çêbûye.
Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Senan Ebdullah ji Rûdawê re axivî û got ku projeyên hikûmetê bandorên erênî li jîngehê dikin û got:
“Bi giştî ji aliyê kalîteya hewayê û tenduristiya xelkê ve rewş ber bi başbûnê ve diçe.
Lê ji bo ku em behsa jîngeheke bi temamî bêrîsk bikin pêwîstî bi xebatên zanistî yên berfirehtir heye.”
Veguherîna di hilberîna enerjiyê û çavkaniyên dikarin bên nûkirin de
Li gorî amaran, beşeke mezin a elektrîka Herêma Kurdistanê ji santralên gaza xwezayî û hîdroelektrîkê tê peydakirin.
Her wiha hat diyarkirin ku gaza zêde ya li zeviyên petrolê jî ji bo hilberîna enerjiyê tê bikaranîn.
Hat eşkerekirin ku li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê santralên enerjiya rojê dest bi kar kiriye.
Her wiha li Hewlêrê ji bo şopandina kalîteya hewayê dê stasyonên nû yên pîvanê werin avakirin.
Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li dijî şewatên daristanan "xetên ewlehiyê yên agir" hatine çêkirin.
