Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ragihand, “Em bi ti awayî ne li gel wê yekê ne ku bi rêya berdewamiya bazarên gumanbar ên Otêla Reşîd bi îradeya dengderên Kerkûkê û çarenivîsa Kerkûkiyan were lîstin.”
Serok Mesûd Barzanî îro li gel Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê Maxim Rubin re civiya.
Serok Barzanî piştî civîna li gel Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê Maxim Rubin daxuyaniyek da.
Pêwendiyên Hewlêr û Moskowê
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Konsulê Giştî yê Rûsyayê Maxim Rubin di hevdîtinê de tekezî li ser pêwendiyên kûr, stratejîk û demdirêj ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir.
Maxim Rubin pesnê helwesta hevseng a Herêma Kurdistanê û parastina aramiyê da.
Maxim Rubin her wiha ragihand ku Rûsya girîngiyeke mezin dide pêgeh û bandora Serok Barzanî û hêvî kir ku pêwendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê zêdetir bi pêş bikevin.
Konsulê Rûsyayê nêrîna welatê xwe ya li ser guherîn û rûdanên herêmê anî zimên.
Rubin da zanîn ku Rûsya dixwaze nêrîna Serok Barzanî ya derbarê rûdan û pêşhatên herêmê de bizanibe.
“Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji şer”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serok Barzanî jî tekezî li ser kûrkirina pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir.
Serok Barzanî bal kişand ser bipêşkegtin û guherînên dawî yên herêmê û got:
“Herêma Kurdistanê ti carî ne li gel şer û aloziyan e.
Em di wê baweriyê de ne ku ti pirsgirêk bi şer û pevçûnên leşkerî çareser nabe.
Divê pirsgirêk bi rêya dîplomasî û dan û standinan bên çareserkirin.
