Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Gundikê Melê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ax heziya û di bûyerê de endezyarek di bin axê de ma û canê xwe ji dest da.
Bûyer doh çarşemê li gundê Gundikê Melî di dema çêkirina dibistanekê de qewimî.
Endezyar Murat Bektaş ji bo ku avrêja di bin dîwarê parastinê de bipîve daket korteke 2 metreyî.
Ax bi ser de heziya
Dema ku endezyarê 32 salî daket korta avrêjê, axa li pişt dîwarê parastinê heziya.
