Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê ragihand ku di lêpirsînên êrişên li ser dibistanên parêzgehên Riha û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê de biryara desteserkirina 83 kesan hat dayîn.
Piştî êrişên li ser dibistanên navçeya Siwêregê ya Rihayê û navçeya Onikişubatê ya Mereşê, derbarê 83 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn û ji wan gelek kes hatin desteserkirin.
Birêvebiriya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê derbarê lêpirsînan de got:
“Derbarê 83 kesên ku parvekirinên pesindayîna tawanbaran û têkdana aramiya civakê dikin de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Her wiha 940 hesabên medyaya civakî hatin astengkirin û 93 hesabên Telegramê hatin girtin.
Pêvajoya derbarê gumanbaran de bi berfirehî didome.”
