Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê kuştina Elî Larîcanî piştrast kir.
Artêşa Îsraîlê berê diyar kiribû ku Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî hatiye armanckirin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê îro nîvro kuştina Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî ragihandibû.
Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê bi daxuyaniyekê kuştina Elî Larîcanî piştrast kir
Ajansa Tesnîmê û ofîsa wî jî ragihand
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ku nêzîkî Artêşa Pasdaran a Îranê ye û ofîsa Elî Larîcanî daxuyanî dan.
Wan ragihand ku Larîcanî di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin.
Di nûçeyên çapemeniya Îsraîlê de hatibû îdiakirin ku Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî hatiye armanckirin.
Netanyahu û Katz jî îdia kiribûn
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî îdia kiribû ku Larîcanî hatiye kuştin.
Heman îdia ji aliyê Serokwezîr Benyamîn Netanyahu ve jî hatibû bilêvkirin.
Hesabê medyaya civakî yê artêşa Îsraîlê jî îdiayeke bi heman rengî anîbû zimên.
Di parvekirina hesabê Xê yê bi Tirkî yê artêşa Îsraîlê de, Larîcanî wekî "rêberê defakto yê rejîmê" hatibû pênasekirin.
