Hewlêr (Rûdaw) - Li taxeke Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê termên du ciwanan hatin dîtin.
Polîs ragihand ku her du ciwan bira ne.
Li gorî daxuyaniya polîsan, yekî birayê xwe kuştiye û paşê xwe jî kuştiye.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê Kîfah Hesen daxuyaniyek da Tora Medyayî ya Rûdawê.
Kîfah Hesen diyar kir ku birayê ku sala 2007an ji dayîk bûye îro saet 03:44an birayê xwe yê ku sala 2005an ji dayîk bûye kuştiye.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê da zanîn ku wî ciwanî piştî ku birayê xwe kuştiye, xwe jî kuştiye.
