Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiyeyê di meha Hezîrana îsal de li gorî heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji sedî 5,2 kêm bûye.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên firotina avahiyan ên meha Hezîrana 2024an eşkere kirin.
Li gorî TUIKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Hezîranê li gor heman meha sala borî firotina xaniyan ji sedê 5,2 kêm bûye û 79 hezar û 313 xanî hatine firotin.
Îsal 545 hezar û 74 xanî hatine firotin
Herwiha firotinên di navbera mehên Kanûna Paşîn û Hezîrana 2024an de jî li gorî heman dema sala 2023yan ji sedî 3,7 kêm bûye û 545 hezar û 74 xanî hatine firotin.
Di Hezîranê de herî zêde li parêzgehên Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên Tirkiyeyê hatine firotin.
Herwiha herî kêm jî li parêzgehên Erdexan, Colemerg û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê û Bayburta Tirkiyeyê xanî hatine firotin.
Parêzgehên herî zêde xanî lê hatine firotin:
