Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Îraqê ragihand ku wan rûniştinên parlamentoyê heta demeke nediyar boykot kirine.
Fraksiyona PDKyê destnîşan kir ku wan ev biryar ji ber "binpêkirina destûr û yasayan" û "paşguhkirina prensîbên hevbeşî û lihevkirinê" daye.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Îraqê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Parlamentoya Îraqê destûr û yasa hatine binpêkirin û prensîbên "hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê" hatine paşguhkirin.
"Parastina mafên destûrî di ser hemû tiştan re ye"
Fraksiyona PDKyê di daxuyaniya xwe de got:
"Li ser rênima û raspardeya serkirdayetiya xwe, me biryar da ku em rûniştinên Parlamentoyê heta demeke nediyar boykot bikin."
