Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dîlok, Semsûr û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barana gur lehî rabû.
Ji ber lehiyê cade, kolan, mal û kargeh di bin avê de man.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur dabû.
Piştî vê hişyariyê, li parêzgehên Dîlok, Semsûr û Kilîsê baraneke zêde bariya û lehî rabû.
150 malan zerer dît
Li hinek gundên navçeya Nurdaxiyê ya Dîlokê çeman di ser re avêt.
Ji ber rabûna avê rê, mal û kargeh di bin avê de man.
Muxtarê Gundê Dunekê Umit Kaçakçi ragihand ku ji ber lehiyê 150 malan zerer dîtiye.
