Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrişên li Herêma Kurdistanê "şermezar" kir û diyar kir ku ji ber êrişên van çend rojan, 5 kes şehîd ketine û hejmareke zêde ya welatiyan jî birîndar bûne.
Mesrûr Barzanî derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, "Em ne parçeyek ji wî şerî bûn lê êrişan di maweyê çend rojên borî de her dewam kir."
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku tevî agirbestê êrişên li ser Herêma Kurdistanê didomin û "ev jî hewldanek e ji bo têkdana agirbestê û gihandina zerera zêdetir bi herêma me."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, "Pêwîst e hikûmeta federal ji bo bidawîanîna van êrişan rêkarên pratîkî bigire ber xwe."
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got, "em daxwazê ji hevparên xwe yên navneteweyî dikin ku alavên pêwîst ji bo parastina welatiyên Kurdistanê û binesaziya enerjiyê ji van gefên domdar dabîn bikin."
