Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Barhilgira ku Huseyîn Çelîkê 29 salî diajot û otomobîla ku Halît Aydinê 70 salî diajot li ser rêya Siwêreg-Semsûrê li hev qelibîn.
Di qezayê de şofêrê otomobîlê Halît Aydin û Bekir Çiplakê 92 salî yê ku di otomobîlê de bû bi giranî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn qezayê bûyerê.
