Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê daxwaz ji her du gelên Kurd û Ereb kir ku ji her cure şer û aloziyê dûr bikevin.
Di heman demê de Parêzgarê Hesekê jî daxwaz kir ku rêz li sembolên neteweyî were girtin.
Îlham Ehmedê ragihand ku îsal cara ewil e cejna Newrozê li Sûriyeyê bi awayekî fermî hat pîrozkirin.
Îlhamê ev yek wekî "nîşaneya pêkvejiyan û lihevtêgihiştinê" ya li herêmê pênase kir.
Îlham Ehmedê bang li her du gelên Kurd û Ereb kir ku di vê demê de bi aramî tevbigerin.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser her wiha got, "Hewcehiya herêmê bi şerekî nû nîne û divê rê li ber her hewldaneke ku bixwaze aramiya herêmê xera bike were girtin."
