Hewlêr (Rûdaw) - Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ameda Bakurê Kurdistanê bi dirûşma "Azadî û Yekîtiya Demokratîk" dest pê kir.
Şahiya Newrozê li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê tê lidarxistin.
Tora Medyayî ya Rûdawê mîna salên borî, îsal jî weşaneke berfireh a Newroza Amedê dike û tîmên zêdetir şandine Bakurê Kurdistanê.ç
Pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zana jî di nav wan de ye.
Girseya xelkê ji saetên serê sibê ve li qadê kom dibe.
Newroza Amedê her sal wekî "Newroza Milyonî" tê naskirin û gelek peyamên siyasî tê de tên pêşkêşkirin.
Di bernameyê de dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetulah Aşitî, Ayla Akat Ata, Çetîn Arkaş û Leyla Zana gotarekê pêşkêş bikin.
Her wiha dê peyamên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê YNKiyê Bafil Talebanî werin xwendin.
Di heman demê de tê payîn ku peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî were xwendin.
Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Demet Ceylanê li qada şahiyê beşdarî bultena Rûdawê bû.
Demet Ceylanê got:
"Ev çend hefte ne amadekariyên teknîkî tên kirin. Li ser peyam û beşdariya xelkê gotûbêj hatin kirin. Hemû amadekarî hatine kirin."
Di nav peyam û posterên li qada şahiyê de, gotinên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan tên dîtin. Ceylanê diyar kir: "Ji bo poster û alayan hin astengî derketin, lê piştre ev pirsgirêk hatin çareserkirin."
Wê endama komîteya amadekar da zanîn ku îro dê peyama Abdullah Ocalan û peyama DEM Partiyê hebin û dê hemû peyam taybetî aştiyeke hertimî bin.
#WÊNE - Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê Amede ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
🔥 Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li kêleka hev in pic.twitter.com/7G9LS7LlFN
Tevî baranê jî coşeke mezin heye
Tevî ku hewa baranî ye jî ji saetên destpêkê yên sibê ve bi hezaran kes herikîn qadê.
Tê çaverêkirin ku bi deh hezaran kes beşdarî şahiya îsal bibin.
Ji xeynî xelkê Amedê, bi sedan kes ji bajarên wekî Êlih, Mûş, Sêrt, Wan û Rihayê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê çûne Amedê.
Beşek ji beşdaran cilên neteweyî yên Kurdan li xwe kirine.
Peyama welatiyên li Amedê: Em aştiyê dixwazin*
Îsal ji ber pêvajoya aştiyê, welatiyên Bakurê Kurdistanê bi coşeke zêdetir diçin qada Newroza Amedê.
Piraniya wan di daxuyaniyên xwe yên ji bo Rûdawê de, daxwaza aştî û bidawîbûna yekcarî ya şer dikin.
Ciwan, pîr, zarok, jin û mêr, bi komî û yek bi yek berê xwe didin qada Newroza Amedê.
Ciwanekî got: "Ez saet 04:00ê berbangê ji bajarê Sêrtê derketim rê. Min hemû karên malê hiştin daku beşdarî Newroza Amedê bibim."
Jineke Torî jî li Newroza Amedê got, “Newroz cejn e, serhildan e. Ji bo me pîroz e”
#VÎDEO - ❝Em jî Torî na❞
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
🔥 Torî çûne Newroza Amedê û li ber kemaçeya xwe direqisin û vê peyamê didin:
💬 ❝Newroz cejn e, serhildan e. Ji bo me pîroz e❞ pic.twitter.com/XEPmsR0ATU
Halîl Demîrê ku welatiyekî bi temen ê ji Sirûcê ye li Amedê ji Rûdawê re got, "Gelê me, Tirk û Ereb jî ji nav diçin. Êdî bes e û em aştiyê dixwazin."
Jineke bi temen di dema çûyîna qada şahiya Newrozê de ji Rûdawê re got:
"Em îro Newroza Kurdan pîroz dikin. Em diçin şahiyê dikin û govendê digerînin."
#VÎDEO - Ev jî govenda Newrozê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
🔥 Newroz li Amedê tê pîrozkirin#Newroz #Amed pic.twitter.com/6NI7FdsrLG
Welatiyekî ku ji bajarê Mêrdînê ji bo Newrozê xwe gihandiye Amedê got:
"Newroz cejn e, cejna hezar salan a Kurdan e. Em hêvîdar in ku bibe azadî û aştî ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn."
Welatiyekî din got, "Me deriyê mala xwe qifil kiriye û bi malbat û zarokan ve hatine daku Newroza Amedê pîroz bikin."
#VÎDEO - Ji Sirûcê çûye Newroza Amedê û coşa xwe bi tilîliyên xwe nîşan dide#Newroz #Amed pic.twitter.com/1TH52hkBr6
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
Rê nedan şal û şapikan
Ji bo ketina qada Newrozê saet 10:00an derî hatin vekirin.
Li derdora qadê 6 xalên lêgerînê hatin danîn.
Polîsan beşdar yek bi yek kontrol kirin.
Xelk piştî kontrolkirina nasnameyan ket hundir.
Li hin xalên kontrolê polîsan destûr neda welatiyên ku şal û şapik li xwe kiribûn da ku bikevin qadê.
Polîsan cilên Kuran wekî "unîformên leşkerî" nirxandin û wekî hincet nîşan da ku "li ser milên wan apolet hene".
Pîrozbahiyên ku bi amadebûna endamên Komîteya Amadekar a Newrozê bi awayekî fermî dest pê kirin, bi stranan û gerandina govendê didomin.
#WÊNE - Li Amedê qada Newrozê hêdî hêdî germ dibe
🔥 Kurdistan dê îro biherike qada Newrozê
📸 Cêgir Umer-Rûdaw #Newroz #Amed pic.twitter.com/uOI7KFwARh
