Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Ewlehiyê (Asayîş) ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve ya li nav bajêr ragihand.
Asayîşê daxwaz kir ku welatî ji bo parastina aramiya bajêr pêbendî rênimayan bin.
Birêvebiriya Ewlehiyê ya Efrînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, qedexeya derketina derve demjimêr 20:00an dest pê dike û heta 02:00yên berê sibehê didome.
"Em yekrêziya niştimanî diparêzin"
Asayîşa Efrînê da zanîn ku ev gav ji bo parastina yekrêziya niştimanî û tebahiya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de hatiye avêtin.
Birêvebiriyê ji şêniyên bajêr xwest ku rêzê li sembolên niştimanî bigirin.
Birêvebiryê her wiha xwest ku ew nirxên biratî û bihevrejiyanê biparêzin.
Di daxuyaniyê de hişyarî ji binpêkeran re hat dayîn û hat gotin:
