Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dema çinîna zeytûnan dest pê kiriye û komên çekdar û Erebên hawirde talana rez û baxên Kurdan ên zeytûnan didomînin.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo şopandina vê mijarê bi 3 parlamenterên Kurd ên Efrînê re axivî.
Şêx Seîdzade, Mihemed Seydo û Rengîn Evdo di hilbijartinên Encumena Gel a Sûriyeyê de wekî parlementerên Efrînê hatibûn hilbijartin.
Nûnerên Efrînê diyar kir ku ew bi aliyên fermî re gihiştine rêkeftinekê ku li gorî wê, dê ji bo vegerandina mal û milkan ji bo xwediyên wan ên rastîn, rêkar bên hêsankirin.
Bandora aboriya komên çekdar
Parlamenterê Encumena Gel a Sûriyeyê yê ji Efrînê Şêx Seîdzade li ser mijarê ji Rûdawê re got:
"Piraniya kesên ku piştî rizgarkirinê vegeriyane gundên xwe, mal û milkên xwe wergirtine, ji bilî hinek kesan ku bi hincetên bêbingeh malên wan nehatine dayîn.
Aliyên fermî ji wan belgeyên xwedîtiyê xwestine û li ser vê bingehê dewletê ji bo sînordarkirina binpêkirinan lijneyeke aborî ava kiriye."
Şêx Seîdzade behsa xebatên yasayî yên di vî warî de kir û got, “Hikûmetê bangî hemû berpirsên aborî yên komên çekdar ên li herêmê kir û lijneyê hemû dosye ji wan xwest.
Piştre, lijneyên aborî li gel parêzeran li her navenda nahiyeyê hatin wezîfedarkirin û van lijneyan belgeyên fermî ji wan kesên vegeriyane xwest.
Berpirsên aboriyê yên hin koman ev rewş îstismar kirin û bi hinceta nebûna belgeyan dest bi çinîna berhemên zeytûnan kir û hinek kesên bêwijdan jî li herêmên cuda yên gundên Efrînê zeytûnan didizin."
Vegerandina mal û milkan
Parlamenterê Efrînî Şêx Seîdzade destnîşan kir ku wan "ne bi sifeta parlamenter lê bi sifeta rihspiyên Efrînê" bi hemû aliyên pêwendîdar re têkilî daniye û bersiveke erênî wergirtiye.
Li gorî gotina Şêx Seîdzade Birêvebiriya Herêma Efrînê bi hevahengiya bi rêvebirên nahiyeyan re dewriyeyên xwe zêde kirine û bersiva daxwaz û giliyên welatiyan didin da ku rê li ber van dizî û binpêkirinan bigirin.
Şêx Seîdzade li ser vegerandina mal û milkan ji bo xwediyên wan ên rastîn jî got, "Bê guman hinek zehmetî hene lê di heman demê de ji bo vegerandina xaniyan hêsankarî jî hene."
Şêx Seîdzade destnîşan kir ku pirsgirêka sereke berhema zeytûnan e.
Parlamenterên nû bi Lijneya Aborî ya Giştî re axivîne da ku barê welatiyan di wergirtina belgeyan de sivik bikin.
Li gorî rêkeftina nû ji bo îsbatkirina xwedîtiyê êdî belgeya muxtar û şahidiya du kesan bes e.
Kesên li derveyî welat jî dikarin bi rêya vîdeoyekê wekîlên xwe diyar bikin. Piştî vê yekê, Lijneya Aborî ya Giştî mal û milkên wan radestî xwediyên wan dike.
Lêgerîna li mekanîzmayên tund
Parlamentera Efrînê Rengîn Evdoyê jî piştrast kir ku "binpêkirin û destdirêjî li dijî xelkê û mal û milkên wan hene."
Rengîn Evdoyê anî zimên ku cotkar û welatî "rastî serdeke dijwar û ziwa hatine."
