Hewlêr (Rûdaw) - Hestiyên 32 Kurdên Êzidî piştî testa DNAyê ji Bexdayê veguhastin Şingalê û li wê navçeya Başûrê Kurdistanê hatin veşartin.
Piraniya qurbaniyan sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve li gundê Koçoyê yê Şingalê hatin qetilkirin.
Encamên DNAyê yên li ser hestiyên 32 Kurdên Êzidî hestiyan xelas bûn û ew ji Bexdayê birin Mûsilê.
Li Mûsilê 32 termên qurbaniyên komkujiya li Şingalê ji aliyê Saziya Dadweriya Bijîşkî ya Mûsilê ve ji malbatên wan re hatin radestkirin
Term îro piştî merasîmekê li goristana Bîranîna Komkujiyê ya Şingalê hatin veşartin.
Ew kesên hatibûn qetiklkirin 12 ji gundê Koçoyê, yek ji Til Uzerê, 3 ji Til Kesarê, 3 ji Kîneyê û yên din jî ji gundê Guhbelek û Girzelokê bûn.
Heta niha li Şingalê 93 gorên bikonmî hatine tespîtkirin. 53 ji wan hatin vekirin.
