Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê li Newroza Gundikê Melî got, “Îro çavkaniya hêza Kurdewarî û Kurdistaniyê li Gundikê Melî veşartî ye."
Li bajarokê Gundikê Melî yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, xelkê bi coş û kelecaneke mezin Cejna Newrozê pîroz kir.
Pîrozbahiyên Newrozê li seranserê Bakurê Kurdistanê didomin.
Êvariya Şemiyê li bajarokê Gundikê Melî yê Şirnexê niştecihên gund agirê Newrozê hilkir.
Wan bi coş û kelecaneke mezin Newroz pêşwazî kir.
Bi meşaleyan meşiyan
Hinek ciwan bûn rêz û bi xetirên ku pêxistibûn ber bi cihê ahenga Newrozê ve meşiyan.
“Çavkaniya hêzê li Gundikê Melî ye”
