Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Newroza Wanê axivî û diyar kir ku ev Newroz, Newrozeke avaker e.
Tuncer Bakirhan got, "Newroza sala 2026an Newrozeke cuda ye. Ev Newroz, Newroza derbasbûna ji serhildanê ber bi avakirinê ve ye.
Newroza Wanê bi beşdariya sedan hezar kesî û bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" hat sazkirin.
Tuncer Bakirhan piştî geşkirina agirê Newrozê gotarek pêşkêş kir.
Bakirhan hêzên ewlehiyê yên Wanê rêxne kirin
Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew di serdemeke nû de ne lê belê hêzên ewlehiyê yên li Wanê hîn ji vê serdemê ne agahdar in.
Bakirhan di berdewamiyê jî de got, "Ew ji serdema kevn mane û neguherîne. Ew hîn jî wilo difikirin ku bi zexta li ser xelkê Wanê dikarin rê li ber pîrozkirina Newrozê bigirin.
Ez wan kesên ku li xalên lêgerînê eziyetê li xelkê me dikin şermezar dikim."
Bakirhan tekez kir ku ew hewl didin jiyaneke bêşer û pê tundî ava bikin ku tê de Pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk were çareserkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê hêvî kir ku "bayê aştiyê yê li Enqereyê" bigihe Wanê jî.
"Em ne desttêwerdana emperyalîstan ne jî pergala melayan diparêzin"
Bakirhan bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û rewşa Îranê jî û wiha domand:
"Li piraniya paytextên Rojhilata Navîn bombeyan dibarînin. Sedema vê yekê nebûna demokrasiyê ye.
Îran bi salan zilm dît û niha jî rûbirûyî wêraniyê ye çimkî mafên Kurd, Belûç, Azerî û jinan piştguh kirin.
