Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku berbanga îro Îranê bi 4 dronan êrişî yek ji baregehên wan kiriye û di encamê de 3 Pêşmerge birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya PAKê êriş saet 01:24ê berê sibehê pêk hatiye.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) dibêje, "Ev êriş tenê du saetan piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara dirêjkirina agirbestê ragihand."
3 pêşmerge birîndar bûn
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê êrişê de 3 pêşmergeyên Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê birîndar bûn."
PAK vê êrişê wekî "bêwatekirina agirbestê" û "bikaranîna atmosfera aştiyê ya ji bo êrişkirina ser hêzên Pêşmerge" pênase dike.
"Qehremanên şerê li dijî DAIŞê ne"
