Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî êrişa îro ya li Pêşmergeyan hatiye kirin şermezar kir û got, “Êrişa li Soranê li dijî prensîbên cîrantiya baş e.”
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.
Di encama vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
"Em ne parçeyekî vî şerî ne"
Qubad Talebanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan ji destpêka şer ve helwesta xwe eşkere kiriye û got:
"Me ji her aliyan re zelal kir ku Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan ne parçeyekî vî şerî ne.
Lê mixabin di vê demê de Herêma Kurdistanê bi dehan caran bû armanca êrişan."
