Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku wan bi çend mûşekan "baregeha hêzên Amerîkayê û komên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kirine armanc."
Beşa Peywendiyên Giştî ya Artêşa Îranê daxuyaniyek belav kir.
Artêşa Îranê got, "Di berdewamiya operasyonên xwe de, me cihê bicihbûna hêzên Amerîkayê û wan komên cudaxwaz ên ku Îsraîl piştgiriya wan dike, li Balafirgeha Hewlêrê bi mûşekên zemîn-zemînê bombebaran kirin."
Artêşa Îranê îdia dike ku ew herêma di nav Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê de hatiye armanckirin, "yek ji navendên girîng ên piştgirî û fermandehiya operasyonên hêzên Amerîkayê ye û çendîn cor amûr û pergalên leşkerî tê de hene."
#VÎDEO - Îran vîdeoyeke avêtina mûşekan belav kir û dibêje ku ev kêliya êrişa li hêzên Amerîkayê yên li Hewlêrê ye lê wisa xuya ye ku êrişa li baregeha Hêza Pêşmergeyan e#Pêşmerge pic.twitter.com/iES6hJVyot
