Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan êrişa li dijî Pêşmergeyan bi tundî şermezar kir û got, “Dilê me li Hewlêrê ye.”
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.
Di encama vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
"Dilê me li Hewlêrê ye"
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişê de daxuyaniyek da.
Tuncer Bakirhan êriş bi tundî şermezar kir û got:
"Îro sibehê li herêmeke ku girêdayî Hewlêrê ye, êrişek li dijî yekîneyeke Pêşmergeyan hat kirin.
Ez vê êrişê bi tundî şermezar dikim.
Ez ji Pêşmergeyên ku canê xwe ji dest daye re rehma Xwedê dixwazim.
Ji gelê Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbatên wan re sersaxiyê dixwazim.
