Hewlêr (Rûdaw) - Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniya Desthilata Dadweriyê ya Îranê red kir.
Îranê îdia kiribû ku wan 2 kes îdam kirine ku li Herêma Kurdistanê ji aliyê saziyeke îstixbaratî ya welatekî ve hatine perwerdekirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em tekeziyê li ser pêbendiya bi aramî, serwerî û pêwendiyên baş ên cîrantiyê dikin.”
Tohmetên Îranê hatin redkirin
Desthilata Dadweriyê ya Îranê 20ê Nîsanê ragihandibû ku wan cezayê îdamê yê Mihemed Mehsûm Şahî û Hamîd Welîdî bi cih aniye.
Îranê îdia kiribû ku ev her 2 kes li Herêma Kurdistanê ji aliyê efserên saziya sîxuriyê ya Mossadê ya Îsraîlê ve hatine perwerdekirin.
Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê got:
“Em li ser wan tohmetên ku di van demên dawî de ji aliyê hinek saziyên dadwerî û ragihandinên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine belavkirin gelekî dilgiran in.
Tohmeta ku dibêje hinek ji wan kesên ku ceza li wan hatiye birîn li Herêma Kurdistanê ji aliyê saziyên îstixbaratî yên welatên din ve hatine perwerdekirin em bi temamî red dikin.”
