Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) Mehmûd Xelîl Elî ku wekî "Siyamend Efrîn" tê naskirin, ragihand ku wî bi şandeya Serokê Sûriyeyê re dosyeya girtî û koçberan nîqaş kiriye.
Mehmûd Xelîl Elî li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsand ku ew roja sêşemê bi şandeya Serokê Sûriyeyê re civiyaye û bi wan re gelek dosye nîqaş kirine.
Vegera koçberan û dosyeya girtiyan
