Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di pêywendiyeke telefonî de bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re axivî.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio sersaxî ji Herêma Kurdistanê û xizmên Pêşmergeyên ku di êrişa Îranê de şehîd ketibûn re xwest.
Marco Rubio her wiha êrişa mûşekî ya Îranê ya li Hêza Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser mijarê daxuyaniyek da û anî ziman:
"Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio sersaxî ji me re xwest.
Wî hevxemiya xwe ya ji bo Pêşmergeyên şehîd nîşan da û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan ducare kir."
Mesrûr Barzanî her wiha ragihand ku ew li ser çend mijarên din jî axivîne û da zanîn:
"Di mijareke din a gotûbêjê de me pêywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û pirsgirêkên aborî nirxandin."
Şehîdketina 6 Pêşmergeyan
Îranê 24ê mehê bi mûşekên balîstîk êrişî Hêza Pêşmergeyan a li Îdareya Serbixwe ya Soranê kir.
