Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê re peyamek şand û got, “Bi hev re û bi yek proje hareket bikin da ku mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bên parastin û garantîkirin.”
Bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Serokê YNKyê Bafil Talebanî bi peyamake piştgiriya xwe nîşan da.
Peyama Serokê YNKyê Bafil Talebanî li Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê hat xwendin:
“Nûnerên pêkhateyên neteweyî û olî yê Rojavayê Kurdistanê mêvanên hêja roj baş.
Di destpêka axaftina xwe de ku dê li ser navê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê diaxivim, spasiya Komîteya Amadekar a Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê dikim ji bo vexwendina vê konferansa dîrokî û girîng a di vê qonaxê de.
Em serkeftinê ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê re dixwazin.
“Em dê piştgiriyê bidin tevgera rizgariya Kurdan”
