Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de dest danîn ser pirtûkeke kêmpeyda û dîrokî.
Ev pirtûka ku bi zimanê Îbranî ye, li ser çermê marê pîtonê bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin.
Di çarçoveya operasyonê de gumanbarekî biyanî jî hat desteserkirin.
Operasyona li dijî qaçaxçîtiyê
Li gorî zanyariyan, Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Dîlokê li dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî û sextekariyê operasyonek pêk anî.
Tîman di operasyonê de tespît kir ku welatiyekî biyanî yê bi navê A.E. li Dîlokê xebatên neyasayî yên kolanê dike û hewl dide hinek berhemên dîrokî bifiroşe.
Bi awayê ruloyê hatibû parastin
Hêzên ewlehiyê piştî şopandinê gumanbar desteser kir.
