Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Birêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Kopê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi mezinahiya 4,1 pileyî çêbûye.
Li gorî amarên ku AFADê parve kirine, erdhejê êvara îro saet 19:48:23yan rû daye.
Hate eşkerekirin ku navenda erdhejê navçeya Kopê ye û erdhej 15,56 kîlometreyan di bin erdê de pêk hatiye.
Heta niha li ser zererên canî yan madî agahiyeke fermî nehatiye belavkirin lê erdhejê di nav xelkê de tirs û dilgiraniyek çêkiriye.
