Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna li ser birêvebiriya berê ya Şaredariya Xelfetiyê de, qeyûm û şaredarê berê yê AK Partiyî Şeref Albayrak jî di nav de, 46 gumanbar derketin pêşberî dadgehê.
Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, derbarê dema birêvebiriya berê ya Şaredariya Xelfetiyê de bi tohmetên "avakirina rêxistinê bi mebesta sûckirinê" û "di îhaleyan de gendelî" operasyonek hatibû destpêkirin.
Di çarçoveya vê operasyonê de 46 gumanbarên ku Şeref Albayrak jî di nav de ye, şandib dadgehê.
Kar û barên li ewlehiyê bi dawî bûn
Tîmên Şaxa Dijî Qeçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Rihayê, 24ê Nîsanê bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê operasyoneke berfireh pêk anîbû.
Di operasyonê de 50 kes hatibûn desteserkirin ku di nav wan de Şeref Albayrak, endamên berê yên encumena şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û hinek esnaf jî hebûn.
Piştî temambûna kar û barên li birêvebiriya ewlehiyê, gumanbar veguhastin dadgehê.
4 kes hatin berdan
