Hewlêr (Rûdaw) - Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) ragihand ku sala 2025an li Bakurê Kurdistanê herî kêm 2 hezar û 671 binpêkirinên mafên mirovan hatine tomarkirin.
Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê doh encamên "Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a Sala 2025an a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê" bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin.
Ev rapor bi taybetî li ser parêzgehên Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin.
Serokê Şaxa ÎHDyê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku ev amar li ser bingeha serlêdanên welatiyan û xebatên çavdêriyê hatine amadekirin.
'Binpêkirin bûne sîstematîk'
Ercan Yilmaz ragihand ku binpêkirinên li Bakurê Kurdistanê êdî ji bûyerên asayî derketine û got:
“Tê dîtin ku binpêkirinên mafan di hinek qadên diyarkirî de zêde bûne, didomin û êdî nasnameyeke sîstematîk girtine.
Polîtîkayên ewlehîparêz û zimanê cihêkar zextên li ser xelkê herêmê zêdetir kirine.”
Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên li dijî "mafê jiyanê" bi şêweyên cuda didomin.
Îdiayên înfazên bêdaraz, mirinên li girtîgehan û zêdebûna mirinên bi guman ji sernavên sereke yên raporê ne.
Her wiha hat diyarkirin ku sala 2025an îdiayên şkence û miameleya xerab a li navendên polîsan û girtîgehan hîn jî didomin.
Li gorî amarên raporê, sala 2025an li bajarên Bakurê Kurdistanê herî kêm 588 kes hatine desteserkirin û ji van kesan herî kêm 81 kes hatine girtin.
Her wiha hejmareke zêde serdegirtinên malan çêbûne û pêvajoyên darizandinê di hinek rewşan de wekî "amûreke cezakirinê" hatine bikaranîn.
