Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bêziyan bûye.
Dr. Nûrî Osman her wiha got, "Divê Îraq lêkolînê bike û ji bo komên deryasayî sînorek were danîn."
Îro li parêzgeha Dihokê 3 êrişên dronî pêk hatin.
Yek ji van êrişan demjimêr 11:00an li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bû.
"Di êrişê de ti ziyan nînin"
Birêvebirê Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Nûrî Osman li ser mijarê ji Rûdawê re axivî. Wî
Dr. Nûrî Osman got, "Di êrişê de ti ziyanên canî û madî çênebûn."
Osman li ser rêkarên piştî êrişê jî wiha axivî, "Pêwîst e hikûmeta Îraqê li ser vê mijarê lêkolînê bike.
Divê kiryar werin dîtin û ji bo komên deryasayî sînorek were danîn da ku van êrişan rawestînin."
