Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê êrişa bi dronan a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir û peyama piştevaniyê da.
Leyla Zanayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrişa ser mala Nêçîrvan Barzanî de peyamek belav kir.
Siyasetmedara Kurd di peyama xwe de got, "Ez bi tundî êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar dikim."
Leyla Zanayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew di van rojên zehmet de li gel Herêma Kurdistanê ne û wiha got:
"Ez hemû hevsozî û piştgiriya xwe ya ji bo cenabê wî û gelê me yê li Herêma Kurdistanê nîşan didim.
Di vê rewşê de, dilê me bi wan re ye û em ji Xwedê hêvî dikin ku gel û welatê me biparêze."
Êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî
