Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî êrişa li ser mala wî ya li Dihokê, piştgiriya xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir û tekezî li ser parastina serweriya xaka Herêma Kurdistanê kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.
Emmanuel Macron li ser pêwendiya telefonî ya bi Nêçîrvan Barzanî re bi Kurdî daxuyaniyek belav kir.
Macron êrişa ku vê sibehê li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li Dihokê hatibû kirin şermezar kir û wê bi rengê "nayê qebûlkirin" pênase kir.
"Serweriya Kurdistanê ji bo aramiya herêmê pêwîst e"
Macron amaje pê kir ku ev bipêşketin "cihê dilgiraniyên kûr in" û di heman demê de ji bo 6 Pêşmergeyên ku vê hefteyê şehîd ketibûn sersaxî da Serokê Herêma Kurdistanê.
