Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrişa bi dronê ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir û got, "Ji bo rûbirûbûna van terorîstan hemû mafekî me heye."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de anî got, "Em êrişa bi dronê ya tirsonek a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê Dihokê bi tundî şermezar dikin."
Banga li hikûmeta federal
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bangî hikûmeta Îraqê kir û got:
"Em careke din ji hikûmeta federal dixwazin ku li ser asta berpirsyariya xwe be.
Divê hikûmeta federal van tawanbarên ku li derveyî qanûnê ne rûbirûyî qanûnê bike.
Her wiha divê sînorekî ji bo berdewamiya êrişên terorîstî yên van komikan deyne."
