Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û namzedê raspartî yê ji bo pêkanîna hikûmeta Îraqê Elî Falih Zeydî bi telefonê axivîn.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Elî Falih Zeydî li ser pêwendiya telefonî ya Serok Mesûd Barzanî Elî Zeydî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiya telefonî de ji bo bilezkirina kar û barên pêkanîna hikumetê tekezî li ser girîngiya bihêzkirina pêwendî û hevahengiya di navbera hemû hêzên niştimanî de hat kirin.
