Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel hejmarek veberhênerên Herêma Kurdistanê civiya.
Mesrûr Barzanî ragihand ku wan her ji piştî hilbijartinan xwestiye kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn.
Mesrûr Barzanî her wiha hêvî kir ku êdî avakirina hikûmeta Kurdistanê zêdetir dereng nekeve.
"Em hêvî dikin serdemeke nû ya aştiyê dest pê bike"
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Facebookê daxuyaniyek belav kir.
Barzanî di daxuyaniya xwe de li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê got:
"Me hêvî kir ku kabîneya nû ya fîderal bibe destpêka serdemeke nû ya aştî û aramiyê.
Her wiha bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li mafên destûrî û qewareya fîderal a Herêma Kurdistanê."
"Bila pêkanîna hikûmetê zêdetir dereng nemîne"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê de jî daxuyaniyek da.
