Hewlêr (Rûdaw) - Şervanê Kurd Mihemed Ehmed piştî ku dîl dikeve destê Hêzên Sûriyeyê tê îdamkirin.
Malbata Mihemed Ehmedê 20 salî amadekariya pêşwazîkirina wî dikir.
Malbatê wisa dizanî ku Mihemed Ehmed di destê hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de dîl e lê derket holê ku ew hatiye kuştin.
Li şûna vegera Mihemed, wêneyê cenazeyê wî yê ku li erdê avêtî ye ji malbata wî re hat şandin.
Mihemed Ehmed Huseyînî li Zindana Eqtanê şervan bû.
Dema ku ew û hevalekî xwe ber bi Kobaniyê ve vedikişiyan, di êrişa komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de li gundewarê Kobaniyê dîl ketibûn destê wan.
"Hemzat û Emşatê kurê min ê dîl îdam kir"
Bavê Mihemed, Ehmed Huseyînî diyar kir ku kurê wî piştî ku dîl ketiye destê çekdarên Hemzat û Emşatê hatiye îdamkirin û êşa xwe wiha anî zimên:
"Hemd û şikir ji Xwedê re, kurê min di cihê şeref û mêraniyê de, ji bo vî miletî û vî welatî çû.
Lê Îsraîl jî dîlan nakuje. Çekdarên Hemzat û Emşatê kurê min û hevalê wî îdam kirin. Ti kes wisa nake."
