Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê êrişa komên çekdar a li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê "bi tundî" şermezar kir.
Wezarerê ragihand ku ev êriş ji aliyê "mîlîsên terorîst" ên ser bi Îranê ve hatiye kirin.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îro berê sibehê derbarê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi tundî û bêyî ti dudiliyê êrişên terorîstî yên qirêj ên mîlîsên biwekalet ên terorîst ên Îranê yên li Îraqê şermezar dike ku li dijî cihê rûniştina taybet a Nêçîrvan Barzanî hatine kirin."
"Êrişa li ser serweriya Îraqê"
Wezaretê diyar kir ku ev karên Îran û wekaletên wê "êrişeke rasterast in li ser serwerî, aramî û yekparçeyiya Îraqê."
Roja şemiyê bi dronan êrişî Duhokê hatibû kirin û yek ji wan dronan ber bi mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû şandin.
