Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Entegrasyonê ya Serokkomariya Sûriyeyê Ehmed Hilalî ragihand ku piştî entegrasyonê dê li şûna mufredata Rêveberiya Xweser mufredata neteweyî ya Sûriyeyê were xwendin.
Hîlalî ji bo zimanê Kurdî jî got, "Kurdî dikare bibe derseke vebijêrkî."
Komîteya Serokkomariya Sûriyeyê ya ji bo pêkanîna xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji Rûdawê re qala pêvajoya entegrasyona perwerdeyê kir.
Berdevkê wê komîteyê Ehmed Hîlalî pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Ehmed Hîlalî ragihand ku wî û Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Terko li ser bilezkirina amadekirina navendên ezmûnan ên polên 9 û 12an gotûbêj kiriye û got:
"Li Hisîça, Qamişlo, Şedadiyê û Serê Kaniyê dê navendên ezmûnan werin vekirin û dibe ku navendên din jî li wan bên zêdekirin."
Tenê mufredata Sûriyeyê dê were xwendin
Hîlalî destnîşan kir ku piştî temamkirina pêvajoya entegrasyonê dê tenê bernameya neteweyî ya Sûriyeyê wekî mufredata fermî were pejirandin.
Ehmed Hîlalî li ser vê mijarê wiha got:
"Di dosyeya entegrasyona perwerde û fêrkirinê de pêşketineke baş heye.
Ji bo pêvajoya entegrasyonê em hewceyî saleke xwendinê ya veguhêz in.
Berê li herêmê çend programên xwendinê yên wekî yên meclisên xwecihî, programa HSDyê, programa Suryanî û ya rejîma berê hebûn.
