Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê didomin. Îşev bi du dronan êrişî Hewlêrê hat kirin û dronek jî li Silêmaniyê hatiye xistin.
Êrişa yekem a li ser Hewlêrê, bi dronekê saet 21:48ê hate kirin. Li gorî zanyariyên Rûdawê, dron li ser taxa Newrozê ya li rojavayê Hewlêrê hate teqandin.
Êrişa duyem a li ser Hewlêrê saet 22:05ê bû. Aliyê ewlehiyê heta niha li ser encama vê êrişê ti zanyarî belav nekirine.
Her wiha îşev saet 19:40î bi dronekê êrişî Girê Rîayeyê yê Silêmaniyê hate kirin.
Ew cihê ku li Silêmaniyê hate armanckirin, baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû.
